Li Wanê helmeta paqijkirina bajêr dest pê kir

Diyarbekir (K24) – Saziyên sivîl ên Wanê bo paqijkirina bajêr helmeta paqijiyê dan destpêkirin. Kesên beşdarî helmetê bûyîn amaje kirin ku ew keyfxweş in ku pirsgirêka mazbatayê hatiye çareserkirin û bi paqijkirina bajêr jî dê welatî vegerin rewşa xwe ya asayî.

Li Wanê piştî ku mafê hilbijartinê yê Abdullha Zeydan hat betalkirin şer û pevçunan dest pê kir û li kuçe û kolanên Wanê dîmenên xirap derketin holê. Piştî ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind biryar da mazbata bo Abdullha Zeydan were dayîn rewş asayî bû û saziyên sivîl jî banga helmeta paqijiya bajêr kirin. Endamên Jura Endazyarên Avahiyê ya Wanê daketin kuçe û kolanên Wanê û dest bi paqijiya bajêr kirin.

Rêveberê Jûra Endazyarên Avahiyê Ya Wanê Mazlum Pala ji K24ê re got: “Dîmenên xirap derketin holê, bajarê me ye, me xwest em bajarê xwe paqij bikin, emê paqij bikin û serkeftî bin.”

Kesên beşdarî helmeta paqijiyê buyîn jî amaje kirin ku peywira wan e li bajarê xwe xwedî derbikevin û bajarê xwe bedew bikin û her wiha hêvî kirin ku careke din buyerên wisa rû nedin.

Xwebexş: “Ez ji Agirî hatim paqijiya Wanê bikim, bi serbilindî dikim”

Xwebexş: “Ez dixwazim bajarê xwe paqij bikim, ji bajarê xwe hes dikim.”         

Xwebexş: “Bajarê me ye, ya me, me ji wan stand, em li bajarê xwe xwedî derdikevin.”

Beşdarên helmeta paqijiyê amaje kirin ku ew hêvî dikin piştî ku Abdullah Zeydan dest bi kar bike bo bajarê Wanê jî rupeleke sipî were vekirin.