Ano Cewher: Kiristiyan ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve rûbirûyî terora dewletê dibin

Ano Cewher
Ano Cewher

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Hewlêrê ahenga kelepûrî ya Siryanan bi helkeftina cejna Ekîtoyê tê kirin, Serokê Hevpeymaniya Hamorabiyê jî amajeyê dide, “Kiristiyan ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve rûbirûyî terora dewletê dibin”.

Serokê Hevpeymaniya Hamorabiyê Ano Cewher îro (Pêncşem, 04.04.2024) di çarçoveya ahenga kelepûrî ya Siryanan de li Hewlêrê ragehand, “Li dû vekolînên nû, jiyê Enkaweyê gelek li pêşî jiyê Someriyan e”. Herwesa tekez dike ku ew xelkê resen ê akinciyên wî bajarkî ne û dîroka wan li deverê ji bo zêdetirî heft hezar salan vedigere.

Serokê Hevpeymaniya Hamorabiyê got, “Kiristiyan bi dirêjahiya dîrokê rûbirûyî stem û çewsandin û nehêlanê bûne û li Îraqa nû jî her eynî siyasetê li beranberî wan hatiye bicihanîn”.

Ano Cewher ron jî kir, “Ev ji bo dema salekê ye ku Kiristiyan li Îraqê rûbirûyî terora dewletê bûne û ev cara yekê ye ku Serokê Dewletê mersûma komarî ji Serokê Kenîseyê li Îraqê vedikêşe, ku ji bo vê pirsê jî çi behane nînin”.

Navbirî bal kêşa ser wê yekê jî ku Kiristiyan her îsal rûbirûyî teroreke din a dewletê bûne, dema bi navê Dadgeha Federalî, ku wekî Dadgeha Şoreşê ya serdema Sedam Hisên û Rijêma Beis tev digere, kursiyên kutayê yên Kiristiyan û Tirkmenan li Perlemana Kurdistanê hilweşandin.

Fly Erbil Advertisment