Şiwan Kelarî: Lihevkirina Hewlêr û Bexdayê dê berdewam be

Şiwan Kelarî
Şiwan Kelarî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şerê bidestxistina mafên xelkê Herêma Kurdistanê kir”. Tekez jî dike, “Lihevkirina Hewlêr û Bexdayê dê berdewam be”.

Endamê Civata Nûnerên Îraqê Şiwan Kelarî ji K24ê re ragehand, “Lihevkirina Hewlêr û Bexdayê dê berdewam be, ku verêja danûstandinên berî niha ye û hemî aliyek hat têgehandin ku ew tiştê di dema borî de di derheqa mûçexurên Herêma Kurdistanê de dihat kirin stemeke mezin bû û ew mijar têkelî mijareke siyasî hatibû kirin”.

Wî Endamê Civata Nûnerên Îraqê herwesa ragehand, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî her ji destpêka Kabîneya Nehê heta niha şerê bidestxistina mafên xelkê Herêma Kurdistanê kir, tevî ku gelek arêşe jî ji aliyê hin desthilatdarên Îraqê û kesatiyên siyasî yên navxweya Kurdistanê ve jê re dihatin çêkirin”.

Şiwan Kelarî amaje jî da, “Piştî cejnê edilandina qanûna budceyê jî dê biçe Civata Nûnerên Îraqê û deng dê li ser wê jî bên dan”.

Navbirî tekez jî kir, “Li dû wê lihevkirinê, mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê jî dê bi eynî awayê mûçeyên fermanberên Îraqê bên parvekirin û dê paş nekevin”.

Wî Endamê Civata Nûnerên Îraqê ron jî kir, “Berî jivanê parvekirina mûçeyan ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve, Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevaya data û zanyarên mûçexurên Herêma Kurdistanê dane Wezareta Darayî ya Hikûmeta Îraqê”.

Şiwan Kelarî eşkere jî kir, “Mûçeyên mehên Sibat û Adarê dê bi temamî bên parvekirin”. Navbirî hêvîdar û geşbîn e ku berî bidawîhatina meha Nîsanê mûçeyên wê jî dê bên parvekirin.

Navbirî tekez jî kir, “Ew pereyê ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê tê şandin ji pişka mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di qanûna budceya federalî ya sala 2024ê de ye”.