Elî Dolemerî: Berpirsên Fransayê piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê radigehîne, “Fransa dixwaze Îraq di çarçoveya destrûrî de hemî mafên Herêma Kurdistanê dabîn bike”. Herwesa dibêje, “Berpirsên Fransayê piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez dikin”.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê Elî Dolemerî tevlî odeya nûçeyan a K24ê bû û ragehand, “Fransa di derxistina biryara 688ê ya Civata ewlehiyê ya Navdewletî ji bo parastina xelkê Herêma Kurdistanê pêşeng bû. Herwesa piştî rûdanên 16ê Cotmehê jî, Fransayê karî piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike û wê biparêze”.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê herwesa ragehand, “Di dawî serdana Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji bo Fransayê û civînên wî yên li gel Wezareta Derve û Şêwirmendên Fransayê de, Fransayê dîsa piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir”.
Elî Dolemerî amaje jî da, “Fransa dixwaze qewareya Herêma Kurdistanê bihêztir be, seqamgiriya Herêma Kurdistanê û Îraqê ji bo Fransayê giring e, herwesa dixwaze Îraq di çarçoveya destrûrî de hemî mafên Herêma Kurdistanê dabîn bike”.
Navbirî ron jî kir, “Civaka Navdewletî xwe ji bo parastina xelkî û qewareya Herêma Kurdistanê berpirsyar dibîne. Welatên Ewropayê konsulxaneyên giştî li Herêma Kurdistanê hene, ev jî nîşana giringiya Herêma Kurdistanê ji aliyê welatên Ewropayê ve ye”.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê got, “Îsal ji bo cara yekê me karî ahenga Newrozê li bingeha Civata Pîrên Fransayê rêk bixin, ev jî bi serê xwe destkeftiyekî mezin e”. Herwesa got, “Nûnerê Serokê Senatê di nav wê ahengê de piştgiriya Fransayê ji bo gelê Kurd tekez kir û got: divê em gelê Kurd ji bîr nekin ji ber ku li şûna tevaya cîhanê karî şerê DAIŞê bike û wê nehêle, herwesa gelê Kurd karî ewlehiya Fransayê jî biparêze”.
Elî Dolemerî li dawiyê jî tekez kir, “Herêma Kurdistanê li deverê herdem sedema serekî ya seqamgiriyê bûye ku ev jî ji bo welatên Ewropayê gelek giring e, tevaya welatê cîhanê piştgiriya Herêma Kurdistanê dikin”.