Nêçîrvan Barzanî: Rêkeftina Mesrûr Barzanî û Sûdanî li ser mûçeyê destpêkeke gelek baş e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, rêkeftina Mesrûr Barzanî û Sûdanî li ser mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê, destpêkeke gelek başe û hêvîdar im berdewam be. Herwiha got: “Ti guhertin di dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de çênebûye.”
Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Cîgirê Serokê PDKê û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ye. Heya niha ligel Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd; Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî; Hevpeymaniya Birêvebirina Dewlet û Çarçoveya Hevahengiyê û hejmarek aliyên din ên siyasî yên Iraqê civiyane.
Nêçîrvan Barzanî îro 7ê Nîsanê ji K24ê re ragihand, “Hevdîtinên me bi giştî di çarçoveya paşeroja peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de bûn. Me hewl da mekanîzmayek ji bo berdewamiya van hevdîtinan ava bikin, ji bo ew pirsgirêkên ku hene çareser bikin.”
Herwiha got: “Rêkeftina di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de ya li ser mûçeyên karmendan, destpêkeke gelekî baş e, em hêvîdar in ku berdewam be.”
Nêçîrvan Barzanî derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de got: “Min weke berpirsyariya xwe Serokê Herêma Kurdistanê, roja hilbijartinên parlamentoyê diyar kiriye. Heta niha ti guhertinek (di roja hilbijartinê de) çênebûye. Bêguman ev mijarek siyasî ye, divê hemû hêz li ser vê yekê gotûbêjan bikin û bi hevtêgihîştin jê vê babetê derkevin.”
Derbarê destpêkirina hinardekirina petrolê de jî, Nêçîrvan Barzanî got ku wan di hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên Iraqê de ev mijar gotûbêj kirine û got: “Wek Herêma Kurdistanê em dibînin ku divê dest bi hinadekirinê bikin, ji ber ku vê pirsê gelek ziyan gihandiye Iraq û Herêma Kurdistanê.”
Serokê Herêma Kurdistanê got: “Bûdceya Iraqê heta niha zêdetirî 7 milyar dolar ji encama rawestandina hinardekirina petrolê ziyan dîtiye, divê tîmên zêdetir ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina vê mijarê serdana Bexdayê bikin û em hêvîdar in bigihin encamekê.”