Nêçîrvan Barzanî serexweşiyê li Dr. Fuad Hisên dike

Kurdistan
Fuad Hisên
serexweşî
Wezîrê Derve yê Iraqê
Behîname
Serokê Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber koça dawiyê ya hevjîna wî, Serokê Herêma Kurdistanê serexweşiyê li Wezîrê Derve yê Îraqê dike.
Ji ber koça dawiyê ya hevjîna Wezîrê Derve yê Îraqê Dr. Fuad Hisên, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke serexweşiyê belav kir ku di pareke wê de hatiye, “Ez ji dil û can hevxemê wan im”.
Deqî behînameya Serokê Herêma Kurdistanê:
Ez serexweşiyê li birayê xwe yê rêzdar Wezîrê Derve yê Îraqa Federalî Dr. Fuad Hisên dikim ji ber koça dawiyê ya hevjîna wî ya Xudêjêrazî, ez ji dil û can hevxemê wan im.
Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê Xudêjêraziyê bi rehm û dilovaniya xwe şa bike û aramî û dilrehetiyê bi zarok û malbata wê ya rêzdar û hevalên wê bide.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
07ê Nîsana 2024ê