Dirûtina genim û cehan li cotyarên sinorê Sergeranê hat qedexekirin

Artêşa Îraqê
Artêşa Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Îraqê dirûtina genim û cehan li cotyarên sinorê nahyeya Sergeranê ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê qedexe dike. Nûnerê Cotyarên Kurd jî dibêje, “Eger ew biryar neyê hilweşandin, em dê xwenîşandanê bikin”.

Nûnerê Cotyarên Nahyeya Sergeranê ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê Mihemed Îsmaîl îro (Yekşem, 28.04.2024) ji K24ê re ragehand, “Bi biryara Fermandeya Fîrqeya Heştê ya Artêşa Îraqê, tevaya cotyarên Kurd ên sinorê nahyeya Sergeranê hatin haydarkirin ku dirûtina berheman ji bo wan qedexe ye û her kesekê serpêçiyê bike dê bê sizadan”.

Mihemed Îsmaîl biryara artêşa Îraqê wekî biryareke şovînî binav kir û got, “Em pabend nabin û eger ew biryar neyê hilweşandin, em dê sibe dijî wê biryarê xwenîşandanê bikin û em qebûl nakin”.

Navbirî eşkere jî kir, “Çi behane ji bo rêgirtina li dirûtina cotyarên Kurd li sinorê nahyeya Sergeranê nînin û bi biryara dadgehê peymana Erebên hawirdekirî hatiye hilweşandin”.

Nûnerê Cotyarên Nahyeya Sergeranê daxwaz jî ji nûnerên Kurd ên endamên Civata Nûnerên Îraqê kir ku desttêwerdanê bikin û vê biryarê nehêlin.

Li sinorê parêzgeha Kerkûkê, arêşe li ser milyonek û 100 hezar donemên erdî heye. Bi hilweşandina wan peymanan, sêka arêşeyan dê bên çarekirin. Biryara hejmar 29 a sala 1975ê ya girêdayî hilweşandina biryarên Lijneya Karûbarên Bakurî jî, Civata Wezîrên Îraqê li sala 2012ê biryar li ser daye û ji bo wezaretên peywendîdar giştandiye ku, pêdivî bi rêya Wezareta Dad a Îraqê givaştin li ser dadgehan û Fermangeha Tapoyê ya Kerkûkê bê kirin, ji bo vegerandina 900 hezar donemên din ên erdê cotyarên Kurd û Tirkmen.

Fly Erbil Advertisment