Qerenî: Eger reftarên artêşa Îraqê li Kerkûkê berdewam bin, me dê helwesta xwe hebe
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Firaksiyona PDKyê li Civata Nûnerên Îraqê û Endamên Lijneya Ewlehî û Bergiriyê peyameke nerazîbûnê li bernaberî reftarên artêşa Îraqê li sinorê Kerkûkê belav dike û dibêje, “Ewger ew reftar berdewam bin, me dê helwesta xwe hebe”.
Endamê Lijneya Ewlehî û Bergiriyê ya Civata Nûnerên Îraqê û Cîgirê Serokê Firaksiyona PDKyê Merîwan Qerenî di peyamekê de ragehand, “Her sal li werzê gehiştina berhemên cotyarên Kurd, Erebên hawirdekirî, yên ku li bin sîbera siyaseta Erebîkirinê ya Rijêma Beis a nemayî anîne ser erdê Kurdên deverên Kurdistanî yên derveyê Îdareya Herêma Kurdistanê, bi piştevaniya artêşa Îraqê bizavê dikin ku zeviyên Kurdan tevî berhemên wan bixin bin destê xwe”.
Merîwan Qerenî amaje jî da, “Dema ew dever li jêr kontirola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de bû, ev diyarde nemabû, lê xiyaneta 16ê Cotmehê ya aliyekî Kurdistanî bû sedema wê yekê ku careke din morala şovîniyan vebigere û xewnan bi zêdetir dagirkirina Kurdistanê ve bibînin”.
Navbirî herwesa got, “Cotyarên Kurd li ser erdê bab û bapîrên xwe ne. Em her destdirêjiyek û bizaveka ji bo dagirkirina zeviyên wan tê kirin red dikin û li dij radiwestin. Em daxwazê ji artêşa Îraqê dikin ku li dû destûr û qanûnan reftarê bike û ji bo dijatîkirina çi pêkhatên Îraqê nebe alav”.
Wî Endamê Lijneya Ewlehî û Bergiriyê ya Civata Nûnerên Îraqê tekez jî kir, “Eger ev reftar berdewam bin, Herêma Kurdistanê û gelê Kurd maf heye bi hemî rêyan ser û mal û milkêm xwe biparêzin. Her tiştekê ji destê me bê, em jî xemsariyê nakin”.
Ev di demekê de ye ku li roja 28.04.2024ê, bi biryara Firqeya Heştê ya Artêşa Îraqê, tevaya cotyarên Kurd li sinorê Kerkûkê hatine haydarkirin ku dirûtina berheman ji bo wan qedexe ye û her kesekê pabend nebe jî dê bê sizadan.