Serok Barzanî serdana Çadirgeha Lawên Kurdistana Sûriyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo ku ji nêz ve haydarî Çadirgeha Lawên Kurdistana Sûriyeyê bibe, Serok Barzanî serdana wê çadirgehê dike. Ev çadirgeh di çarçoveya korsên pêşxistina mirovî ji bo lawan de ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve tê birêvebirin.

Ji bo ku ji nêz ve haydarî Çadirgeha Lawên Kurdistana Sûriyeyê bibe, Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 30.04.2024) li devera Barzanê serdana wê çadirgehê kir.

Hejî amajepêdanê ye ku ev çadirgeh di çarçoveya korsên pêşxistina mirovî ji bo lawan de ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve tê birêvebirin.

Kar û çalakiyên wê çadirgehê serdanên meydanî ji bo şûnwarên dîrokî û dana dersên teorî û mijarên girêdayî jîngehparêzî û pêkvejiyanê vedigire.

Her di çarçoveya wê bernameyê de, kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Kurdistana Sûriyeyê jî bi awayê înfografîk hatin berçavkirin.

 

Fly Erbil Advertisment