Li Stenbolê 13 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Stenbolê di çalakiyên 1ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanî de, hejmarek kes hatin binçavkirin.

Hikûmeta Tirkiyeyê îsal jî rê neda ku çalakiyên Roja Kedkaran a Cîhanî li Meydana Taksimê bên kirin û rêyên ku di meydanên girtin.

Kedkar û karkerên di pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkên Diranan a Tirk (TDB) û Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) ji bo ber bi Meydana Taksîmê ve bimeşin hatin ba hev.

Hêzên ewlehiyê rêgirî li koma ku dixwast li Şîşliya Stenbolê bicive û ber bi Taksîmê ve bimeşe, kir û 13 kes binçav kirin.