Faris Îsa: Mesrûr Barzanî li ser çarekirina arêşeyên Bexda û Hewlêrê rijd e
Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê radigehîne, “Tevî ku hin arêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê nehatine çarekirin, lê Serokwezîr Mesrûr Barzanî rijd e ku tevaya arêşeyan li dû destûrî bên çarekirin”.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa îro (Çarşem, 01.05.2024) ji K24ê re ragehand, “Em ji bo çarekirina pirsên darayî û ewlehî bi Bexdayê re berdewam li ser xetê ne, ji bo ku em bigehin çareyeke guncayî”.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê herwesa got, “Tevî ku hin arêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê nehatine çarekirin, lê Serokwezîr Mesrûr Barzanî rijd e ku tevaya arêşeyan li dû destûrî bên çarekirin”.
Faris Îsa amaje jî da, “Serokwezîrê Îraqê jî kesekî erênî ye û ji bo çarekirina arêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê dilgerm e”.
Navbirî tekez jî kir, “Herwesa em li ser xetê ne ji bo ku lihevkirina Şingalê jî bê bicihanîn”.