Stav Aso: Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya malên keftine ber lehiyê dike

Stav Aso
Stav Aso

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebera Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî amajeyê dide ku, hemî amadekariyên pêdivî kirine ji bo ku alîkariya wan malbatan bikin ên ku li taxên Hewlêrê ji ber barana dijwar û bilindbûna astê avê zirar dîtine.

Birêvebera Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Stav Aso îro (Pêncşem, 02.05.2024) ji K24ê re ragehand, “Tîmên me li Hewlêrê mil bi milê Tîmên Hawarhatinê û Tîmên Şaredariyê mijûl in ku li wan taxên Hewlêrê rêyê li ziraran bigirin ên ku ji ber barana dijwar astê avê lê bilind bûye”.

Stav Aso ron jî kir, “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî cih ji bo wan malbatan amade kiriye yên ku malên wan li cihên nizm in”. Herwesa got, “Me hotel ji wan re girtine”.

Navbiriyê amaje jî da, “Me hejmara wan malan jî tomar kiriye ên ku zirar gehiştine wan, ji bo ku em wan bi awayên cuda cuda qerebû bikin”.

Îro (Pêncşem, 02.05.2024) pêleke baranê Herêma Kurdistanê vegirt û zêdetir zirar gehandin Hewlêr û Kerkûkê. Keşnasiya Herêma Kurdistanê jî pêşbîniyê dike ku ew pêla baranê berdewam be.

Fly Erbil Advertisment