Li 3 navçeyên Rihaya operasyona çekên qaçax hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji aliyê Leşkerên Bajêr ên Rihayê ve li dijî kesên ku qaçaxvaniya çekan dikin ve operasyon hatin kirin. Hat diyarkirin ku di operasyonê de bi dehan çek hatine desteserkirin û 5 kes jî hatine binçavkirin.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku li navçeyên Sewrêg, Pirsûs û Wêranşarê yên ser bi Rihaya Bakurê Kurdistanê ve operasyon hatine kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di vê operasyonê de hem bi dehan çek û bi sedan gule hem jî alav û amûrên ku pê madeyên hişbir tên bikaranîn û motosîkleteke ku hatibû dizîn hatine desteserkirin.

Hat zanîn ku operasyon li dijî 6 navnîşanan hatiye kirin û di van operasyonê de 5 kes hatine binçavkirin.