Şanda Senatoyê: Amerîka weke hevpeyman giringiyê dide pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 4ê Gulanê pêşwazî li şandeke Senatoya Amerîkayê kir ku ji Senator Johnny Ernst û Senator Ted Budd û hejmarek ji senatorên din pêk hatibû.
Di hevdîtinê de, pêşxistina peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û gotûbêjên çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî hatin gotûbêjkirin.
Şandeya mêvan tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Amerîkayê bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û amaje bi wê yekê jî kir, Amerîka wek hevpeyman giringiyeke mezin dide pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re. Herwiha pesnê rola Pêşmerge di têkbirina DAIŞê de û parastina aramî û aramiyê li Iraqê da.
Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî spasî û pêzanîna xwe bo berdewamiya piştegiriya Senato û Kongresa Amerîkayê ji Iraq û Herêma Kurdistanê re nîşan da, herwiha tekezî li ser daxwaza Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina hevkarî û peywendiyên bi Amerîkayê re kir.
Çend mijarên din ên cihê giringiya hevbeş, tewereke din a vê hevdîtinê bû ku Balyozê Amerîkayê li Iraqê û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê amade bûn.