Li Şêxanê welatiyekî di qelibîna tankerekê de canê xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li qezaya Şêxanê tankerek qulibî û di encamê de ajokarê tankerê canê xwe jidest da.

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Hatinûçûnê ya Parêzgeha Dihokê Azad Taha ji K24ê re ragihand, îro piştî nîvro li ser rêya Roviya-Berdereşê tankerek wergeriya û di encamê de ajokarê wê canê xwe jidest da.

Da zanîn, Ajokar bi navê Mustafa Tehsîn e, temenê wî 19 salî ye û xelkê navçeya Berdereşê ye. Di bûyerê de ti kesek din birîndar nebû.

Li gorî Azad Taha, tankerê petrolê hilgirtiye û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.