Beqayî: Em hêvîdar in duberekiyên PDK û YNKê li gorî destûrê bên çareserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî hêvî xwest ku duberekiyên di navbera PDK û YNKê de û herwisa arêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî li ser bingeha destûra Îraqê bên çareserkirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro Duşem, 09ê Mijdara 2026ê, di konferansa xwe ya rojnamevanî ya heftiyane de û di bersiva pirsyareka peyamnêra Ajansa Fermî ya Îranê de li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê çend daxuyanî dan.
Beqayî li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û duberekiyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de ragihand: “Em hêvîdar in ku duberekiyên di navbera wan de û herwisa arêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî çareser bibin.”
Navbirî herwisa got: "Hindî ku em dizanin, destûra Îraqê ev pirs ron kirine û di her welatekî de destûr baştirîn bingeh û rêber e bo çareserkirina duberekiyan di navbera pêkhateyên cuda cuda yên wî welatî de."