Hevpeymaniya Mesîhî pêşwaziyê li destpêxeriya Serok Barzanî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Mesîhî ragihand, ew piştgiriyê didin banga Serok Barzanî ya ji bo pêkanîna hikûmeteke berfireh a niştimanî û her wiha daxwaz dike ku mafê dengdanê bo kursiyên kotaya mesîhiyan tenê ji bo dengdêrên mesîhî be.
Hevpeymaniya Mesîhî îro 9ê Mijdara 2026an, bi daxuyaniyekê pêşwazî li banga Serok Mesûd Barzanî ya ji bo destpêkirina diyalogê û bidawîanîna li qeyrana siyasî kir. Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku parastina berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê, qewareya Herêmê û saziyên wê, berpirsiyariyeke hevbeş e û li ser hemû nakokiyên siyasî û berjewendiyên partiyan re ye.
Hevpeymaniyê bang li hemû alî û hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku piştevaniyê li vê destpêxêriyê bikin û wê bikin bingeha lihevkirineke niştimanî, da ku yekîtiya destûrî, siyasî û cemawerî ya Herêma Kurdistanê bê parastin, sazî ji nû ve bên çalakkirin û daxwazên rewa yên welatiyan bên bicihanîn.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hevbeşiya rastîn a niştimanî bi misogerkirina mafên pêkhateyên resen pêk tê, bi taybetî mafên gelê mesîhî (Keldanî, Aşûrî, Suryanî û Ermenî) û nûnertiya wan a dadperwerane di navendên biryardanê û hikûmetê de.
Li ser vê bingehê, Hevpeymaniya Mesîhî daxwaza xwe dubare kir ku mafê dengdanê bo kursiyên kotaya xiristiyanan li Herêma Kurdistanê û Iraqê tenê bi dengdêrên mesîhî re bê sînordarkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mafên pêkhateyan bingeha hevbeşiyê ne û nabe bibin mijara danûstandin û berjewendiyên siyasî.
Di dawiya daxuyaniyê de, Hevpeymaniya Mesîhî pêzanînên xwe ji bo helwestên dîrokî û niştimanî yên Serok Barzanî nîşan da û destnîşan kir ku serokatiya wî di qonaxên hestiyar ên dîroka hevçerx de, hertim kilît û garantoreke sereke bûye ji bo parastina pêkhateyên resen, bihêzkirina yekrêziya navxweyî û mîsogerkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.