Rêber Ehmed: Projeya Dilniyayî mal û milkên welatiyan diparêze
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Projeya Dilniyayî, projeyeke din a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevpariya sektora taybet e, ji bo parastina mal û milkên welatiyan.”
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro (05.05.2024) di çarçoveya di Yekemîn Konferansa Karta Dilniyayî (bîmeyê) ya Wezareta Darayî û Aborî de ragihand: “Ew daxwaz ji welatiyên Herêma Kurdistanê dikin ku piştevaniya projeya Dilniyayî yaHikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, ji ber ku Karta Dilniyayî xizmeta welatiyan dike da ku ser û malên xwe biparêzin.”
Rêber Ehmed tekez kir ku ew projeyeke rêkxistinkirî ya din a darayî, di navbera hikûmet û welatiyan de ye, bi rêya sektora taybet.”
Wezîrê Navxwe got, sektora bîmeyê pêwîstiya wê bi vejandina sektora bankî heye, ew sektor jî yek ji wan sektorên din e ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî gelek giring li ser kar dike.
Wezîrê navxwe amaje bi wê jî kir, projeya Hejmara Min yek ji bername û projeyên herî pêşketî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku dê xizmetguzariyên bankî li Herêma Kurdistanê bipêş bixe.