Agir berbû sûka Qeyseriya Hewlêrê
Navenda Nûçeyan (K24) - Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê radigehîne ku agir berbûye pareke sûka Qyseriya Hewlêrê û tîmên wan mijûlî kontirolkirina wî agirî ne.
Berî demeke kêm agir berbû pareke sûka Qyseriya Hewlêrê û Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê ji peyamnêrê K24ê re ragehand, “Tîmên me di bizava kontirolkirina wî agirî de ne”.
Ji bo lidûçûn û ji nêz ve haydarbûna li ser wê rûdanê, Parêzger û Qayimqamên Hewlêr çûne cihê wê rûdanê. Gelek welatî jî li nêzî sûka Qeyseriyê civiyane û dezgehên peywendîdar daxwazê jê dikin ku nêzî agirî nebin û alîkariya tîman bikin ji bo ku bikarin bi zûtirîn dem wî agirî kontirol bikin.
Peyamnêrê K24ê di derheqa sedem û ziraran de ragehand, “Piştî kontirolkirina wî agirî, vekolan ji aliyê tîmên Bergiriya Şaristanî ve li ser sedema wê şewatê tên kirin û paştir zirar jî tên diyarkirin”.