Li Wanê 94 kîlo zêrên qaçax hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji aliyê Gerînendehiya Ewlekariya Wanê ve hat ragihandin, di encama  operasyona li dijî qaçaxçîtiyê de, 94 kîlo zêrên qaçax hatine bidestxistin.

Gerînendehiya Ewlekariya Wanê da zanîn, xebatên wan ên dijî qaçaxçîtiyê berdewam in û di vê çarçoveyê de 94 kîlo zêrên qaçax, 2190 pakêt cixare, 72 cixareyê elektronîk, 85 amûrên şehneyê, 21 berguhk, 4 telefonên mobayl, 4 sîmkart, 1 flashkart hatine bidestxistin.

Li gorî daxuyaniya Gerînendehiya Ewlekariya Wanê, di encama 5 bûyeran de, bo 34 kesan pêvajoya yasayî hatiye destpêkirin.