Li Kîlîsê kesekî hevjîna xwe û 3 zarokên xwe kuştin û dawî li jiyana xwe jî anî

Navenda Nûçeyan (K24) – Hat ragihandin ku li bajarê Kîlîs ê Bakurê Kurdistanê kesekî jina xwe û 3 zarokên xwe kuştine û piştre jî dawî li jiyana xwe aniye.

Şeva derbasbuuyî li Bajarê Kîlîsê li taxa Nedîm Okmen, kesekî Suriyeyî yê bi navê Yûsûf Kuvara jina xwe û 3 zarokên xwe yên temenê wan 8,6,5 e xeniqandiye û paşê jî di heman malê de dawî li jiyana xwe jî aniye.

Yûsûf Kuvara di înşaatan de karkerî dikir û hat ragihandin ku hîn jî sedema bûyerê nediyar e.

Hat zanîn ji ber ku demekê pêjna Yûsûf Kuvara û malbata wî nehatiye xizmên wan li hêzên ewlekariyê geriyane û hêzên ewlekariyê jî çûne mala Yûsûf Kuvara li derî dane û kesek derî venekiriye û bêhnek giran jî ji nav malê hatiye . Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê derî vekirine û dîtine ku termên wan nav malê de ne.