Ji bo cîbicîkirina projeya çêkirina rêya Helebceyê, pereyên pêwîst hatin terxankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Şaredarî û Geştûguzarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir ji 465 milyon dolar ji bo cîbicîkirina projeya çêkirina rêya Helebceyê terxan kir.

Wezareta Şaredarî û Geştûguzarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, wezaretê razemedî nîşan da, 465 milyon û 795 hezar dînar ji bo pêkanîna projeyên çêkirina rêyan, ji şaredariya Helebce were terxankirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ev pere li gorî rêjeya (100%) ji dahata firotina zeviyên şaredariya Helebce û li gorî rênimayên darayî yên dahatê, bi fermana wezarî hatiye dayîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 28.03.2024an fermana terxankirina pereyên pêwîst ji bo cîbicîkirina projeya masterplana Helebce da û daxwaz kir ku di zûtirîn dem de pêngavên projeyê werin cîbicîkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 22.02.2024an serdana parêzgeha Helebceyê kiribû û piştî seredana monumenta Helebceyê û danîna destegulekê, di merasimeke taybet de kevirê bingehîn ê rêya Helebce - Tuwaqut - Qlîce danî.