Li Dîlokê 8 kesan di bûyereke trafîkê de canê xwe jidest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Îslahiyê ya Dîlokê mînîbas û wesayîteke betonê li hev qelibîn. Li gorî agahiyên destpêkê, di bûyerê de 8 kesan canê xwe jidest dan û hejmarek kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan, li ser rêya Îslahiye-Hatayê mîksera betonê li mînîbasekê li hev qelibîn.
Parezgerê Dîlokê Kemal Çeber daxuyanî da û anî ziman ku ew ber bi cihê bûyerê ve diçe û got: “Li gor zanyariyên ku niha ketine destê me, 8 welatiyên me canê xwe ji dest dane û 11 kes jî birîndar bûne.”
Piştî bûyerê hat ragihandin gelek tîmên tendirustiyê û ambûlans gihîştin cihê bûyerê û mirî û birîndar veguhastin nexweşxaneyan.