Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Rêkxistina Pêşengiya Pizişkî ya Norwêcî dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya pêşwazîkirina şandeke Rêkxistina Pêşengiya Pizişkî ya Norwêcî de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariyên wê rêkxistinê bilind nirxandin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Borda Damezrînerên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî îro (Duşem, 06.05.2024) pêşwaziya Serokê Operasyonên Navdewletî yên Rêkxistina Pêşengiya Pizişkî ya Norwêcî (Medical Aid Initiative Norway) Geir Fjeld kir.
Di wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pêşxistina hevahengî û alîkariyên navbera her du aliyan û rewşa mirovî li Herêma Kurdistanê li hev guhertin.
Serokê Operasyonên Navdewletî yên Rêkxistina Pêşengiya Pizişkî ya Norwêcî piştrastî da ku dê li ser şandina alîkariyên mirovî û pizişkî ji bo Herêma Kurdistanê berdewam bin, herwesa ji bo pêşkêşkirina hêsankariyan û hewandina aware û penaberan li Herêma Kurdistanê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî alîkariyên rêkxistina navbirî bilind nirxandin ku bi Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re kar û pirojeyên hevpar di warê alîkariyên mirovî de dike.
