Mihemed Îhsan: Dengê Tehranê ji bo me girîng e
Navenda Nûçeyan (K24) – Akademîsyen û siyasetmedar Mihemed Îhsan dibêje: “Di 11 salên dawî de, ev pêncemîn serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Tehranê ye, civînên wî jî dibin sedema geşekirina pêwendiyên dualî.”
Akademîsyen û siyasetmedar Mihemed Îhsan ji K24ê re ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di heyama 11 salan de, 5 caran serdana Tehranê kiriye. Ev jî di demeke zehmet û hestiyar de ye.
Herwaha got: “Salek e peyvendiyên me bi Îranê xirab bûne, lewma serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Tehranê di vê demê de giring e, ji ber ku Îran welatekî giring e bo Herêma Kurdistanê. Herwiha sînor, erdnîgarî û dîrokeke me ya hevpar jî hene.
Akademîsyen û siyasetmedar Mihemed Îhsan got jî: “Pêwendiyên me yên aborî û ewlekarî bi hev ve girêdayî ne.”
Tekez kir: “Îran serwerê kiryarên siyasî li Iraqê ye. Dengê Tehranê ji bo me girîng e.” Herwiha got jî: “Piraniya kêşeyên Bexdayê bi Hewlêrê re, bi arasteya Îranê bûn û zanyariyên Îranê derbarê Hewlêrê de jî çavkaniya wan ji Bexdayê bûn.”
Mihemed Îhsan got: Pêwîstiya me bi diyalogek li ser asta bilind hebû, lewra ya herî baş ew bû ku Serokê Herêma Kurdistanê bi Xamineyî, Serokomarê Îranê û Serokê Parlamentoyê re gotûbêjan bike. Ev yek jî dê pêwendiyên her du aliyan geş bike û bandorê jî li Hewlêr û Bexdayê bike.”