Li Mêrdînê ji bo 13 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh sizayê girtîgehê hat dayîn

Mêrdîn
Mêrdîn

Diyarbekir (K24) – Li navçeya Dêrikê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, di doza siyasî ya ku li dijî 21 siyasetmedarên Kurd dihat rêvebirin de, hat ragihandin ku li ser şahediya şahedê veşarî, ji bo 13 ji van siyasetmedaran sizayên girtîgehê hatine dayîn.

Di agahiyên ku hatin dayîn de hat diyarkirin, li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, di salên 2015 û 2016an de li ser pêvajoya rêveberiya xweser 21 siyasetmedarên Kurd ên ku li dijî wan doz hatibûn vekirin û doza wan li Dadgeha Sizayên Giran a 3yemîn a Mêrdînê bi awayekî serbest dihat dîtin, serdozgeriyê ji bo van 21 siyasetmedaran daxwaza girtinê kiriye.

Hat zanîn ku parêzerên van siyasetmedaran li dijî vê daxwazê derketine û xwestine ku muwekîlên wan car din xwe biparêzin û ji daxwaza beraata wan kirine.

Her wiha hat diyarkirin ku dadgehê di rûniştinê de biryara xwe ragihandiye û ji bo Adil Dolcek, Hamdullah Duran, Îbrahim Ektîren, Mehmet Siddik Şanli, Nurettîn Ektîren, Remzî Kiran, Sedat Mercen û Zeynep Demîr biryara beraatê daye lê li ser şahediya şahedê veşartî Abdulhamît Aksoy, Bedîrhan Ektîren, Bedîrhan Eye, Bedran Savucu, Cengîz Gezer, Îhsan Demîr, Mahmut Aktaş, Mehmet Bîlgen, Mehmet Siddik Aksak, Mehmet Şîrîn Eye, Ramazan Ozdogan, Semîh Bîlgen û Tarik Ektîren bi îdiaya ku endamên rêxistina neyasayî ne her yek ji wan 6 sal û 3 meh sizayê girtîgehê daye.