Li 7 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyona li dijî DAIŞê hat kirin

Girtin
Girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand, ji aliyê gerînendehiyên 7 bajaran ve li 2 bajaran di operasyona "Bozdogan-35" a li dijî DAIŞê hat kirin de, 30 gumanbar hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn; li Stenbol, Edene, Enqere, Diyarbekir, Osmaniye, Yozgat û Mersînê de ji aliyê Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê ve di bin koordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê û Gerînendehiya Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan de li dijî rêxistina terorî ya DAIŞê operasyon hatin kirin.

Hat diyarkirin, li Stenbolê 4 gumanbarên ku di nav DAIŞê de tevdigerin hatin girtin, li Edeneyê 3 gumanbar, li Enqereyê 3, li Diyarbekirê 2, li Mêrsînê kesek, li Osmaniyeyê kesek û li Yozgatê hatin girtin. Her wiha hat zanîn ku li Kutahyayê jî gumanbarekî ku hat tesbîtkirin ku berê di nav DAIŞê da operasyon kiriye û bi endamên rêxistinê re têkilî heye hat girtin.

Piştî operasyonan, Alî Yerlîkaya di ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî re peyamek ragihand û got: “Di encama operasyonan de guleyên bê ruxset û gelek belgeyên rêxistinê û alavên dijîtal hatin bidestxistin.”