Li Xerpêtê erdhejek çê bû

Erdhej
Erdhej

Diyarbekir (K24) - Ji aliyê Serokatiya Rewşên Lezgîn û Karesatan a Tirkiyeyê AFADê ve hat ragihandin ku li Sîvrîceya navçeya Xerpêtê erdhejek bi pileya 3.9 rû daye.

Li gorî agahiyên çavkaniyên fermî, ti zirarên canî û madî çê nebûne.

Li gorî agahiyên ji aliyê Rêvebiriya Rewşên Lezgîn û Karesatan a Tirkiyeyê AFADê ve hatiye ragihandin, demjimêr 04.18 erdhejek bi pileya 3.9 li navçeya Sîvrîceya Xerpêtê rû daye û erdhej bûye sedema tirs û metirsiyê.

Li gorî agahiyên çavkaniyên fermî, kûrahiya erdhejê 11 kîlometre ye û di encamê de ti zirareke canî û madî çê nebûye.

Fly Erbil Advertisment