Koçka Kremlinê Kurdistan24ê ji bo romalkirina merasîmeke mezin vedixwîne
Navenda Nûçeyan (K24) - Kurdistan24 bi awayekî fermî merasîma salvegera serkeftina artêşa Sûr a Sovyeta Berê ya li ser rijêma berê ya Naziyên Almanyayê romal dike.
Koçka Serokatiya Rûsyayê Kremlin bi awayekî fermî Kurdistan24ê ji bo tevlîbûn û romalkirina merasîma 79ê ya salvegera serkeftina artêşa Sûr a Sovyeta Berê ya li ser rijêma berê ya Naziyên Almanyayê di şerê cîhanî yê duyê de vexwand ku biryar e sibe (Pêncşem, 09.05.2024) seet 10:00 ê sibehê li Meydana Sûra Moskoyê bê kirin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, berpirsên hikûmetê û partiyên siyasî yên Rûsyayê û zêdetirî neh hezar kesan tevlî wê merasîmê dibin. Piştî destpêkirina şerê Rûsya û Ukraynayê li Sibata 2022ê, ev cara yekê ye hejmareke berpirsên bilind ên welatên biyanî di vê merasîmê de berhev dibin ku ji serokên Bîlarûsya, Kazaxistan, Qîrqîzistan, Tacîkistan, Tirkmenistan, Ozbegistan, Kuba, Laos û Gînyayê pêk hatine.
Di wê merasîmê de, 75 amûr û teknîkên şerî tên berçavkirin ku ji sîstema moşekî ya gerok ya Yarsê, tankên dîrokî yên T-34, sîstema moşekî ya Eskendeyê û zirîpoşên Yaygerê pêk hatine.