Li 3 navçe û 4 bajarokên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartin dubare dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber nerazîbûnên partiyên cuda yên siyasî yên li ser encamên hilbijartinên 31ê Adara 2024an ên şaredariyan, li 3 navçe û 7 bajarokên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartin tên dubarekirin.

Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, li ser nerazîbûnên çend partiyên siyasî, li navçeya Curnê Reş a ser bi Rihaya Bakurê Kurdistanê, li navçeya Pinarbaşi ya Qeyserê, li navçeya Aksarayê ya Guzelyurtê, li bajarokê Guvenkaya ya ser bi navçeya Norxana Sêwazê, li bajarokê Akpazarê yê ser bi navçeya Mazgêrtê ya Dêrsimê, li bajarokê Buyukkariştiran a ser bi navçeya Luleburgazê ya Kirklareliyê û li bajarokê Saglikê yê ser bi Aksarayê ve dê di 2yê Hezîranê de ji nû ve hilbijartin werin kirin.