Kerkûk.. Erebên hawerde hewla dagîrkirina zeviyên corkarên Kurd didin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi armanca dagîrkirina zeviyên cotkarên Kurd û destdanîna li ser malên Kurdan, hejmareke ji Erebên hawerde li gundê Pelkanê yê ser bi navçeya Sergerana Kerkûkê ve çadir xwe vedane û bi niyaz in rêya sereke bigirin.

Di vê derbarê de, Nûnerê cotkarên Sergeranê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re ragihand, tiştê ku erebên hawerde dikin, destdirêjî û şerfirotin e û armanca wan berdewamkirina proseya erebkkirinê, dagîrkerî û zêdekirina fişaran li ser cotkarên Kurd e.

Mihemed Îsmaîl got jî: “Li hember jî em cotkarên Kurd bi niyaz in ku çadiran vedin û li hember van hewldanan bisekinin.”

Nûnerê cotkaran bang li nûnerên Kurd kir ku di zûtirîn dem de werin ser xetê û çareseriyek bilez ji vê pirsgirêkê re bibînin, ji ber ku li gorî wî, niyeta erebên hawerde xirab e û dibe ku di navbera wan de şer derkeve.

Ev yek di demekê de ye, ji du hefteyan ve Artêşa Iraqê bi zextên erebên hawerde dirûna dexil û danê li cotkarên Kurd ên gundên navçeyên Sergaran û Pirdê yên Kerkûkê qedexe kiriye.

Pirsgirêka zeviyên kurdan li nahiya Sergeranê, vedigere sedema rêjîma Beis a rûxandî. Di sala 1987an de rêjîma Beis di çarçoveya erebkirina Kerkûkê de, kurd ji gundên wê nahiyê derkirin û ereb ji navend û başûrê Iraqê anîn û zeviyên kurdan li wan belav kirin. Piştî bûyera 16 'ê Cotmeha 2017an, careke din hewl tên dayîn ku zeviyên kurdan bidin ereban hawerde.

Fly Erbil Advertisment