Pêşmerge 3 bombeyên vedayî yên DAIŞê pûç kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Pêşmerge 3 bombeyên vedayî li nêzîkî gundê Quşalanê yê ser bi qezaya Kifrî ve pûç kirin.
Ragihandina Wezareta Pêşmerge îro 8ê Gulanê belav kir, Lîwaya 16 a Piyade ya Wezareta Pêşmerge bi alîkariya tîma endazyarî ya Fermandeya Komando ya Kurdistanê, 3 bombeyên ku li nêzîkî gundê Quşalanî ve hatibûn çandin pûç kirin.
Li gor zanyariyên tîma endazyariya Komando ya Kurdistanê, ew bombe ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li wê deverê hatine çandin.