Nehle Efendî: Firaksiyona PDKyê ji bo dirêjkirina dema Civata Nûnerên Îraqê îmza kom kirine
Navenda Nûçeyan (K24) - Endameke Civata Nûnerên Îraqê li ser lîsta PDKyê eşkere kir ku, îro firaksiyona PDKyê îmza kom kirine ji bo ku dema karkirinê ya Civata Nûnerên Îraqê bê dirêjkirin, ji bo ku bikarin çend pirojeyên giring bipejirînin.
Endama Civata Nûnerên Îraqê li ser lîsta PDKyê Nehle Efendî îro (Pêncşem, 09.05.2024) ji K24ê re ragehand, “Me wekî firaksiyona PDKyê îmza ji bo dirêjkirina dema karkirinê ya Civata Nûnerên Îraqê kom kirine ji ber ku sibe bêhnvedana Civata Nûnerên Îraqê dest pê dike”.
Nehle Efendî herwesa got, “Me îmza ji bo wê yekê kom kirin ku em bikarin karkirina Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê dirêj bikin û hilbijartinên Perlemana kurdistanê bi rê ve bibin”.
Navbiriyê amaje jî da, “Herwesa ew bizava me ji bo edilandina qanûna budceyê û xasma mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji xerciya hakimî bo xerciya kiryarkî ye”.
Endama Civata Nûnerên Îraqê tekez jî kir, “Di eynî demê de mijara hilbijartinên serokê rewa ji bo Civata Nûnerên Îraqê di çarçoveya wan mijaran de dibe yên ku di dirêjkirina dema karkirinê ya Civata Nûnerên Îraqê de kar li ser tê kirin”.