Qeyseriya Hewlêrê hat pakijkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Şaredariya Hewlêrê radigehîne, “Sûka Qeyseriya Hewlêrê piştî rûdana şewata 05ê Gulanê hat pakijkirin”.
Serokatiya Şaredariya Hewlêrê duhî (Pêncşem, 09.05.2024) belav kir, “Bi raspardeya Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê, piroseya pakijkirina Sûka Qeyseriya Hewlêrê bidawî hat”.
Serokê Şaredariya Hewlêrê Karzan Ebdulhadî erk û westiyana Tîmên Şaredariya Hewlêrê di bidawîanîna piroseya pakijkirina para şewitî ya Sûka Qeyseriya Hewlêrê de bilind nirxandin.
Serokatiya Şaredariya Hewlêrê eşkere kir, “Piroseya pakijkirina Sûka Qeyseriya Hewlêrê di demeke kêm de hat bicihanîn”.
Serokê Şaredariya Hewlêrê got, “Em bi şanazî ve bi şev û roj li ser her erkekê bi me bê spartin ji bo xizmeta xelkê bajarê xwe berdewam dibin”.