Civata Nûnerên Îraqê werzê qanûndananê ji bo dema mehekê dirêj kir

Avahiyê Civata Nûnerên Îraqê
Avahiyê Civata Nûnerên Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermangeha Ragehandinê ya Civata Nûnerên Îraqê belav kiriye, “Li dû benda duyê ya madeya 58ê ya Destûrê Îraqê, werzê sêyê yê qanûndananê yê Civata Nûnerên Îraqê ji bo dema 30 rojan tê dirêjkirin”.

Dirêjkirin dema werzê qanûndananê yê Civata Nûnerên Îraqê dê ji bo karên karên pêdivî û pirojeyên giring be.

Li dû daxuyaniyên hejmareke endamên Civata Nûnerên Îraqê, dirêjkirina werzê qanûndananê yê Civata Nûnerên Îraqê dê ji bo yekalîkirina hilbijartinên Serokatiya Civata Nûnerên Îraqê û xişteya budceya sala 2024ê be.

Ev di demekê de ye ku li dû peyrewê navxwe, Civata Nûnerên Îraqê dikare carekê werzê qanûndananê dirêj bike.