156 Welatên endamên NYê Hefteya Astengdaran pêşwazî dikin

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Hefteya Astengdaran ku ji aliyê 156 welatan ve wekî hefteyeke taybet tê pêşwazîkirin dest pê kir. Li Diyarbekirê jî li komeleyên astengdaran bizav tê kirin ku mafên welatiyên astengdar werin naskirin û civak jî bi hesasî nêzîkî astengdaran bibe. Astengdarên ku ji aliyekê ve jî bizava debarê dikin dixwazin ku ew her dem di bîra civakê de bin.

156 welatên ku endamên Neteweyên Yekbûyî ne, bi armanca ku balê bikişînin ser pirsgirêkên civakî û aborî yên kesên ji bedena xwe astengdar in, her sal di navbera 10 û 16ê Gulanê de Hefteya Astengdaran pîroz dikin. Rêveberên Komeleya 6 Xalan a Nabînan a Şaxa Diyarbekirê jî vê hefteyê girîng dibînin û dixwazin ku ev hesasî bi berdewamî were nîşandan.

Serokê Komeleya Nabînan Diyarbekirê Mehmet Akîf KARAKAŞ ragehand, “Bi taybetî li vê derê bar dikeve ser milên rêveberiyên me yên herêmî ango şaredariyan. Li Diyarbekirê 9 hezar welatiyên nabîn hene û daxwaza me jî ew e ku şaredariyên me rêyên nav bajêr wisa bi pergal bikin ku dema welatiyên astengdar bixwazin ji mala xwe derkevin, heta cihê ku biçin bê navber rêya wan berdewam bike. 33 şaxên komeleya me hene û em bi salan e ji bo vê têdikoşin. Hêviya me ew e ku hem ji bo rêyan hem jî ji bo bipêşxistin û perwerdehiya welatiyên astengdar pergaleke baş bê danîn.”

Di nav karên şaredariyan de mijara ku herî zêde li ser bê rawestandin, bi taybetî rêyên nabînan in. Lê dema mirov li kolanên Diyarbekirê yên sereke digere, mirov dibîne ku ev hesasî nayên bicihanîn. Yek ji bi hezaran welatiyên astengdar ên Diyarbekirê jî Weysî Yildirim ê ji bedena xwe astengdar e lê tu carî nehiştiye ku ev rewş jiyana wî asteng bike. Welatiyê ku debara xwe bi gulfiroşiyê dike, ne bi astengiyên xwe; bizavê dike bi astengiyên civakê re têbikoşe.

Weysî YILDIRIM ê Gulfiroş got, “Ez dixwazim ku mirov li hember me hinek din jî hestyar bin. Ez şaredarên me yên nû pîroz dikim û dixwazim ku ji bo me jî xebatan bikin. Em jî dixwazin wekî her welatiyên bê asteng bi dilê xwe bigerin, biçin çayekê vexwin, xwarinekê bixwin. Lê rê xirab in, ji bo me nabin çareserî. Em naxwazin kes dilê xwe bi me bişewitîne. Bila kes bi pêşdarazî nêzîkî me nebe.”

Li gorî amarên fermî yên Rêxistina Tenduristiya Cîhanî, li gelemperiya cîhanê ji milyarekê zêdetir kesên astengdar hene. Dîsa li gorî van amaran 190 milyon astengdar jî rastî tund û tijiyê tên. Daxwaza welatiyên astengdar ew e ku ne salê çend roj, salê 12 meh mafên wan bên parastin.”