HSDê 2 çekdarên DAIŞê yên beşdarî “komkujiya Speicher” bûne radestî Iraqê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) du endamên DAIŞê yên ku beşdarî di “komkujiya Speicher” de kirine, radestî Iraqê kirin.
Rewangeha Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, HSDê du çekdarên DAIŞê yên ku di kuştina bikomî ya leşkerên Iraqî yên sala 2014an de beşdar bûne, radestî Bexdayê kirine.
Li gorî zanyariyên Rewangehê, ku berî çend rojan HSDê bi beşdariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi riya operasyoneke daketina asmanî li bajarê Reqayê, zêdetirî 20 kesan girtin, ku ew her du endamên DAIŞê di nava wan de bûn.
Ev yek tê piştî rojekê ji wê yekê tê ku Îstixbarata Niştimanî ya Iraqê vegerandina 3 endamên DAIŞê ji derveyî Iraqê ragihandibû, lê ti hûrgiliyên zêdetir nedabû.
Piştî kontrolkirina Tikrîtê, DAIŞê roja 12ê Hezîrana 2014an de, 1700 leşkerên Iraqî Kampa Speicher bi komî kuştibûn.
Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî ragihand, wan 2 endamên DAIŞê radestî Iraqê kirine. Lê diyar nebû ku rayedarên Iraqê bergumanê sêyem ji kû derê aniye.
Tevî têkçûna DAIŞê li Iraqê di sala 2017an de û li Sûriyê di sala 2019an de, hîn jî şaneyên wan ên razayî li herdu welatan hene û êrişî hêzên HSDê û rêjîma Sûriyeyê dikin.