Li Dihokê 3 kes bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Asayîşa Dihokê ragihand, 3 kes bi tometa bazirganiya madeyên hişbir hatin desteserkirin.
Rêveberiya Asayîşa Parêzgeha Dihokê îro 11ê Gulanê di daxuyaniyekê de ragehand, tîmên asayîşê 3 kes desteser kirin ku madeyên hişbir ji cureya krîstal û eroîn bi wan re bûn.
Li gorî daxuyaniyê, ew 3 tometbar bi niyaz bûn madeyên hişbir belav bikin. Herwiha ew tometbar dê li gorî xala 26'an a Yasaya Madeyên Hişbir bên darizandin.
Li gorî amaran, %80 bikarhênerên madeyên hişbir li Herêma Kurdistanê temenên wan di navbera 18 û 35 salî de ne, %10 ji bikarhênerên madeyên hişbir jin in û %4 jî temenê wan di bin 18 saliyê re ne.
Li gor madeya 26 ya yasaya nehiştina madeyên hişbir ya Parlamentoya Kurdistanê, kesên ku bazirganiya madeyên hişbir dikin, bi cezaya zindanê tên cezakirin ku digihe cezaya hetahetayê. Herwiha cezeya ji 15 milyon dînar û heta 90 milyon dînarên Iraqî.
Bikarhênerên madeyên hişbir jî bi cezayê girtîgehê ji yek sal heta sîh salan û cezayê pereyan heta 15 milyon dînarên Iraqî tê cezakirin.