Nêçîrvan Barzanî û Letîf Reşîd peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Iraqê civiyan û tekezî li ser parastina asayîş û aramiyê û berdewamiya hewl û gotûbêjan bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 11.05.2024an li li Hewlêrê pêşwazî li Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd kir.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, Cîgirên Serok, hejmarek wezîr û berpirsên Herêma Kurdistanê amade bûn, rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hate gotûbêjkirin. Herwiha tekezî li ser giringiya parastina aramî û ewlehiyê û berdewamiya hewlên çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.

Serokkomarê Iraqê amaje bi wê kir, ew ê hevkar be di bihêzkirina peywendiyên navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan de, herwiha kar ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkarên Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta Iraqê de dike.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi giringiya hewlên ji bo parastina aştî û aramiyê û derbaskirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê kir. Herwiha kurteyek derbarê dawî serdana xwe ji bo komara Îslamî ya Îranê û pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Îranê pêşkêş kir.

Peywendiyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran, navçe û cîhanê jî, mijareke din a civînê bû.

Fly Erbil Advertisment