121 çekên bêmolet li Batmanê hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Batmanê di çarçoveya rêgirtina çêkirina çekên bêmolet de, 121 çekên bêmolet di hilberînxaneyeke çakên bêmolet de hatin girtin.
Wezîrê Karên Navxweyî Yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ji hesabê xwe yê “X” ragihand, bi hevkariya Serdozgeriya Komarî ya Batmanê û Gerînendehiya Ewlewkariyê ya Giştî hember bazirganiya çeken qaçax û hilberîna çeken qaçax operasyonek hatiye li darxistin.
Alî Yerlîkaya da zanîn, de encama operasyonê de 12 çek hatine girtin û 4 kes jî hatine desteserkirin. Di operasyonê de her wiha 768 amurên çekan û her wiha gelek amurên çêkirina çekan de tên bikaranîn jî hatin girtin.