Rizgar Ferzende: Em gelek hêsankariyan ji bo dayîna vîzeyê bi geştyaran dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Rêveberiya Vîzayê ya Wezareta Navxwe dibêje, armanca dana vîzeyê bi du awayên nûjen ji bo geştiyaran, hêsankirin e û ew dixwazin gelek geştyar serdana Herêma Kurdistanê bikin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, geştyar dikarin bi rêya malpera Wezareta Navxwe ve bi rêya înternetê daxwaza vîzeyê bikin. Ji bo vê mebestê êdî bi du awayan vîzeya geştiyarên biyanî tê dayîn.
Ew du cureyên vîzeyê, vîzeyên “online” in, ku geştyar pêşwext bi rêya malpera Wezareta Navxwe serî li wan didin û piştî erêkirinê, vîzeyê werdigirin. Herwiha vîzaya “On Arrival” jî, dema hatinê ji xwediyên pasaportên 53 welatan re li firokxaneyên Herêma Kurdistanê tê wergirtin û pêwîstî bi daxwaza pêşwext nîna.
Di vê derbarê de, Rêveberê Rêveberiya Vîzayê ya Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rizgar Ferzende Efendî ji K24ê re ragihand. “Armanca me ji van her du rêyên serdemyane, hêsankirina ji hemû geştyarên ku serdana Herêma Kurdistanê dikin re ye, çi ji bo karê bazirganî, çi ji bo veberhênan û çi ji bo armanceke din be.”
Diyar kir jî: “Portala Wezareta Navxwe 24 demjimêran berdest e. Hemû xebatkarên vîzeyê didin, kadroyên navxweyî ne û tu kompanyayên biyanî beşdarî vê pêvajoyê nebûne.”
Rizgar Ferzende got jî: “Dema her du cureyên vîzeyê sê meh in, yanî geştyat dikarin ji roja dayîna vîzeyê heta sê mehan li Herêma Kurdistanê bimînin.”
Ji aliyekî din ve, Rêveberê Giştî yê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji Fermangeha Zanyarî û Ragihandinê re ragihand; Welatên ku vîzeya bêpere didin xwediyên pasaporta Iraqê jî, bi heman awayî welatiyên wan jî dikarin vîzeya bêpere werbigirin.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, geştyar ji bo wergirtina vîzeyê dê 72 dolar bi rêya kartên bankê bidin.
Rêkxistin û dîjîtalkirina xizmetguzariyan, pêngaveke giring a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û di demek nêzîk de dê hemû karûbarên îdarî û danûstandinên welatiyan bên dîjîtalîzekirin.