Gokhan Aslan bi 2 berheman Roja Dayikan pîroz dike

Diyarbekir (K24) - Di Roja Dayîkan de, wênesazê navdar ê Kurd Gokhan Aslan bi rêya Kurdistan24ê du berhem parve kirin û amaje kir ku ew berhemên xwe bo dayîkên kurd ên kedkar û jîr dike diyarî.
12ê Gulanê wek Roja Dayîkan tê pêşwazîkirin, di vê rojê de wênesazê navdar ê Kurd Gokhan Aslan bo dayîkên Kurd 2 berhem kirin diyarî.
Gokhan Aslan amaje kir ku dayîkên kurd her çi qas gelek êş û azarên jiyanê dîtibin û barek giran ketibe ser milên wan, dîsa jî dest ji ked û jîrektiya xwe bernendane, herwesa bal kêşa ku dayîkên kurd teybet in û wî xwestiyê berhemên xwe ji bo wan bike diyarî.
Di berhemên Gokhan Aslan de tîpên ku di dîrokê de ji aliyê kurdan ve hatine bikaranîn jî cih digirin û bi vê yekê balê dikêşe ser dayîk, ziman û nivîsa bi kurdî jî.

