Mesrûr Barzanî: Em li bendê ne Bexda mûçeyên Nîsan û Gulanê di demeke nêz de bişîne

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî temambûna panela wî di çarçoveya sempozyoma girêdayî hişkesaliyê û bandora guhertinên seqayî li ser rewşa siyasî, aborî û demografî ya Îraqê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Em li bendê ne ku Bexda mûçeyên mehên çar û pênc ên fermanberên Herêma Kurdistanê di demeke nêz de bişîne”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa ragehand, “Ya ku wekî erk li ser Herêma Kurdistanê ye, hemî hatiye bicihanîn û em li bendê ne ku Bexda mûçeyên mehên çar û pênc ên fermanberên Herêma Kurdistanê di demeke nêz de bişîne”.

Mesrûr Barzanî herwesa got, “Her daxwazeke Hikûmeta Federalî ji bo ku arêşe ji şandina mûçeyên xelkê Herêma Kurdistanê re çê nebin, me bi cih aniye”.

Serokwezîr amaje jî da, “Ya din li ser Hikûmeta Federalî dimîne ka çima şandina mûçeyan vedihêle. Hingê bila xelk pirsyaran arasteyî Hikûmeta Federalî bike”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Meseleya Tewtînê dana mûçeyên welatiyan bi rêya bankan e, ev demeke dirêj e ku me ev bizav kiriye û me dest bi wê piroseyê kiriye, navên nêzî 400 hezar kesan li Herêma Kurdistanê hatine nivîsîn ji bo ku bi rêya bankan mûçeyên xwe werbigirin”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ron jî kir, “Ez dixwazim amajeyê bidim xaleke gelek giring, ya ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest pê kiriye çêkirina şiyana aborî ji bo welatiyan e. Her kesekê dijî wê biaxive, dijî wê yekê ye ku welatî xwediyên hisab û biryarên xwe yên aborî bin”.

Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî kar kirine ku berjewendiya xelkê Kurdistanê parastî be, hemî erkên xwe jî li bernaberî Bexdayê bi cih anîne. Ya mayî Hikûmeta Federalî ye ka çawa serderiyê dike, lewma me wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkê xwe bi cih aniye. Erkê partiyên siyasî jî ye ku berjewendiyên xwe bidin aliyekî û hemî piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ji bo ku di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê de biryar bê dan”.