Ji sedî 95ê Hêzên Pêşmerge forma 'Hejmara Min' tijî kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Heta niha %95ê hêzên Pêşmerge formên kertên xwe yên ‘Hejmara Min’ dagirtine û vegerandine bankan û niha %80 ji hêzên Pêşmerge kartên xwe wergirtine û proseya wergirtina kartên Hejmara Min bo Hêzên Pêşmerge berdewam e.

Niha nêzîkî 6 hezar kes ji hêzên Pêşmerge û karmendên yekîneya Jimaryariyê ya Wezareta Pêşmerge bi rêya “Hejmara Min” mûçeyên xwe yên mehane werdigirin.

Ebdulstar Îsmaîl ji K24ê re got: “Bi dilê xwe, kîngê hûn bixwazin, hûn dikarin pereyan bistînin û derkevin. Pêwîst nake her kes biçe bankê mûçeyê xwe werbigire, dikare ji amûreyên ku hatine danîn werbigirin.”

Pêşmergeyekî bi navê Samir Qadir ji K24ê re ragihand: “Em destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku Hejmara Min ji bo karmendan û bi taybetî Pêşmerge vekiriye.”

Pêşmergeyekî din ê bi navê Diyar Ebdulrehman got: “Projeya Hejmara Min gelekî girîng e ji ber ku eger ew karta me hebe, em dikarin biçin bankan û mûçeyên xwe werbigirin.”