Li Herêma Kurdistanê daxwaza li ser sîstemên enerjiya royê zêde bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Yek ji armanca hikûmetê ya ji bo rûbirûbûna guherîna keşûhewayê û kêmkirina bandorên neyînî yên li ser jîngehê, piştgirîkirina hilberîna elektrîkê ya bi rêya royê ye. Roj bi roj daxwaza welatiyan a ji bo danîna sîstema hilberîna elektrîkê bi rêya royê zêde dibe.
Bi rêya panelên sîstema hilberîna elektirîkê bi enerjiya royê, zêdetir ji 8 amper elektrîk tê hilberandin. Proje jî wiha ye: Li derve tîrêja royê li panelan dikeve û li jêr jî bi rêya amûrên taybet û bataryayan, enerjiya royê vediguhere elektrîk û ji bo bikaranînê amade dibe.
Xwediyê yek ji wan kompanyayên ku di warê berhemanîna elektrîka bi enerjiya royê de kar dike, dibêje, niha daxwaza welatiyan ji bo danîna sîstemên elektirîkê yên bi enejiya royê zêde bûye.
Xwediyê kompanyayeke sazkirina enerjiya royê Hoşyar Osman dibêje, Kabîneya Nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek alîkar e û dema kirîna kelûpelan ti bac û gumrikê nagire.
Hoşyar Osman got jî: Piştevanîya Kabîneya Nehem me han dide ku em zêdetir karê xwe bipêş bixin û xwesteka welatiyan bo damezrandina sîstemê jî zêde bûye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji çend aliyan ve kar ji bo rûbirûbûna guherîna keşûhewayê kiriye, ji wan jî zêdekirina keskahiyê li nav bajaran û dervey bajaran.
Endamê Komîteya Bilind a Enerjiya Royê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sakar Îsmaîl da zanîn, li Herêma Kurdistanê çend santralên mezin ên enerjiya royê hene û plana avakirina çend santralên din jî heye. Got jî: Di heyama du sê salên dahatî de, piranîya welatIyan dê sîstemeka weha bo malên xwe bikar bînin.