Hevpeymaniya Xiristiyanan li ser kursiyên kotayê li dadgeha federal doz vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Xirîstiyanan ji bo bicihkirina mafên Xirîstiyanên Ermen, Aşûrî, Suryan û Kildan di Parlamentoya Kurdistanê de, li Dadgeha Bilind a Federalî doz vekir.

Hevpeymaniyê di daxuyaniyekê de ragihand: “Piştî ku nûnerên partiyên di nava Hevpeymaniya Xiristiyan de, desthilata yasayî da parêzerê Îyad Kakeyî, Kakeyî li Bexdayê ji bo bicihkirina mafên Ermen, Aşûrî, Suryan û Kildanan li Parlamentoya Kurdistanê, li Dadgeha Bilind a Federal doz vekir, ta ku bi sîstema kotayê beşdarî hilbijartinên bê yên Parlametoya Kurdistanê bibin.”

Ev yek di demekê de ye, Ermen, Kildanî, Suryan û Aşûriyên li Herêma Kurdistanê roja 10ê Gulana 2024an hevpeymaniyeke nû ya bi navê "Hevpeymaniya Xiristiyanan" ragihandibû.

Serokê Hevpeymaniya Hemorabî Ano Cewher li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, duhî êvarê 10.05.2024an, Desteya Siyasî ya Hevbendiya Hemorabî ku ji Partiya Encûmena Netewî ya Kildanî, Partiya Tevgera Civîna Suryaniyan, Besta Kildanî ya Navdewletî, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kildanî û Tevgera Şilama ji bo Karûbarên Xirîstiyanan pêk tê, bi amadebûna nûnerên Ermenên ji Komîteya Îdarî ya pêkhateya Ermenan, li baregeha qezaya Enkawa ya ser bi Hewlêrê ve civiyan.

Ano Cewher da zanîn, di civînê de pêşwazî li tevlîbûna Ermenan ji bo beşdarbûna di Hevpeymaniya Hemorabî de hatin kirin û piştî gotûbêjên berfireh, li ser damezrandina hevpeymaniyeke siyasî ya yekgirtî ya bi nasnameyeke yekgirtî ya niştimanî ya xirîstiyanan bi navê (Hevpeymaniya Xiristiyanan) hat lihevkirin.

Herwiha di civînê de rewşa siyasî ya niha ya ku navçe, Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî tê re derbas dibe, hate gotûbêjkirin.

Aliyên pêkhêner ên Hevpeymaniya Xiristiyanan tekezî li ser daxwaza xwe ya hilweşandina kursiyên kutayan li Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê Dadgeha Federalî ve kirin û ew biryar bi biryareke nedadperwerane bi nav kirin û tekezî li ser vegerandina her 11 kursiyên kutayan kirin.

Fly Erbil Advertisment