Konsulê Fransayê: Ez hêvîdar im li paşerojeke nêzîk em bi Îdareya Zaxoyê re kar bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê bi rêya K24ê ecêbmana xwe li bernaberî xweşiktiya xweza û pêşkeftina bajarê Zaxoyê diyar dike û dibêje, “Cihê Zaxoyê pêgeheke bihêz a bazirganî û geştyariyê jê re çê kiriye”.
Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brem îro (Çarşem, 08.05.2024) ji K24ê re got, “Ev cara yekê ye ku ez serdana Zaxoyê dikim, bi rastî ez bi xweşiktî û pêşkeftinên vî bajarî ecêbgirtî bûm. Ez ji ber wan kar û pirojeyên ji bo vî bajarî hatine kirin ecêbgirtî bûm, pêşkeftineke zêdeyî hedî çê bûye”.
Konsulê Giştî yê Fransayê bi awayekî taybet bi dîrok û sîmayê Pira Delalê û xemilandina Kornîşî û sûka dîrokî ya Zaxoyê ecêbgirtî bû û got, “Ev tev gelek balkêş in. Xuya ye ku em nêzî sinorê Tirkiyeyê ne. Ev jî wesa li vî bajarî dike ku ji bo bazirganî û pêşkeftina aborî û geştyariyê bibe navendeke serekî”.
Yan Brem her bi rêya K24ê mizgîniyek da xelkê Zaxoyê û îdareya wê û got, “Ez hêvîdar im li paşerojeke nêzîk em bi Îdareya Zaxoyê re hevkar bin û pêkve kar bikin”.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja 14.08.2023ê di merasîmekê de pirojeya geştyariyê ya Kornîşa Delalê li Zaxoyê vekir.
Ew piroje bi gojimê 11 milyar û 500 milyon dînaran ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye çêkirin, dirêjahiya wî kornîşî li her du aliyên rûbarê Xabûrî 1500 metr e.
Di nav wê pirojeyê de bendavek bi dirêjahiya 73 metran û bilindahiya 3.5 metran hatiye çêkirin, ku dikare zêdetirî 250 hezar metrên sêcarkî avê vebigire. Herwesa 70% ji rûberê wê pirojeyê ji keskatiyê pêk hatiye û pareke giring a zêdetir vejandina kertê geştyariyê li sinorê Îdareya Zaxoyê ye.