Konsulê Fransayê li Deriyê Îbrahîm Xelîl daxwaza bihêzkirina peywendiyên aborî û bazirganî dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Fransayê serdana Deriyê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl dike û bi serperiştê wî derî re danûstandinan li ser bihêzkirina peywendiyên aborî û bazirganî yên Fransa û Herêma Kurdistanê dike.
Ragehandina Deriyê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl îro (Duşem, 13.05.2024) peyamek parve kir û tê de ragehand, “Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brem serdana Deriyê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl kir û bi serperiştê wî derî Hemîd Elî re danûstandin li ser rewşa aborî û bazirganî kirin”.
Ragehandina wî deriyê navdewletî eşkere jî kir, “Konsulê Giştî yê Fransayê û Serperiştê Deriyê Îbrahîm Xelîl tekez li ser zêdetir hevahengiyê ji bo bihêzkirina peywendiyên bazirganî bi Fransayê re kir”.
Deriyê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê birêvebirin û wekî serekîtirîn deriyê navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê tê hesibandin.
Ji bilî Herêma Kurdistanê, ji bo piraniya parêzgehên Îraqê jî kelûpelên cuda cuda bi rêya Deriyê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl tên hawirdekirin.