Serokwezîr Mesrûr Barzanî amûreke girîng a bijîşkî ji Nexweşxaneya Giştî ya Şeqlaweyê re dabîn dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, amûra tîşkî MRI bo Nexweşxaneya Giştî ya Şeqlawa hat dabînkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser daxwaza Wezareta Tenduristiyê, razemendî hate dayîn ji bo peydakirina amûra tîşkî ya frekansa  magnetîkî ya MRI ji Nexweşxaneya Giştî ya Şeqlawa re hate dabînkirin.

Li gorî daxuyaniyê, armanca gihandina wê amûrê ji bo Nexweşxaneya Giştî ya Şeqlawe, ji bo kêmkirina rûtîn li ser welatiyan û baştirkirina xizmetguzariyên bijîşkî ji bo wê herêmê ye.

Kabîneya Nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka destbikarbûnê ve, giringîdayîn û pêşvebirina sektora tendirustiyê, kiriye ji karên xwe yên pêşîne.

Tevî qeyran û rewşa dijwar a aborî û kêmkirina alîkariyên tendirustiyê ji aliyê hikûmeta federalî ve, dabînkirina derman û pêdawîstiyên bijîşkî û bihêzkirina jêrxana tendirustiyê, karekî pêşîne yê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Di heyama çar salên Kabîneya Nehem de, 13 nexweşxaneyên nû hatin avakirin û bi vê yekê hejmara nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê gihiştiye 45 nexweşxaneyan.

Çêkirin û nûjenkirina bi dehan navendên tendirustiyê û taqîgehên bijîşkî, beşeke din a pêngavên Kabîneya Nehem e ji bo pêşxistina sektora tenduristiyê. Li gel avakirina 26 kargehên oksîjenê, hejmara kargehên berhemanîna oksîjenê gihîştiye 41an û bi zêdekirina 46 nivînên lênihêrîna hûr, hejmara nivînên lênihêrîna hûr li nexweşxaneyên giştî gihîştiye 337 nivînan.