Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşiyê li Sernivîserê Rojnameya Xebatê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber wexera dawiyê ya hevjîna Sernivîserê Rojnameya Xebatê Selam Ebdula, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke serexweşiyê parve dike.
Tekista peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Rêzdar Sernivîserê Rojnameya Xebatê Selam Ebdula
Ez ji ber wexera dawiyê ya hevjîna cenabê we serexweşiyê li we dikim û hevparê xema we me. Xudayê mezin canê wê bi behiştê şa bike û sebr û hedarê jî bide we.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
14ê Gulana 2024ê